ZAROK TV DÎSA VEBÛ LÊ BELÊ…

Eger şopînerên Aryen Kurdî bibîrbînin nivîsa min ya ewil di vir de li ser girtina Zarok tv bû. Em kurtebir li ser sedemên girtina televizyonê sekinîbûn. Piştî çend mehan yekane televizyona zarokan ya bi zimanê zikmakî weşan dikir jinûve dest bi weşanê kir. Wexta televizyon hatibû girtin gelek bertek hatibûn nîşandan. Çi li ser medyaya civakî, çi li qadan…

A niha pirsa em ji xwe bikin ev e. Emê çiqas li televizyona zarokên xwe xwedî derkevin. Ji ber ku hemû tekoşîn û cefa ji bo zarokên me ye. Yanî ji bo siberojên me. Xwedîderketina Zarok tv ne tenê xwedîderketina televizyonekî ye, di heman demê xwedîderketina zimanê kurdî û hişmendiya netewî ye.
Bêguman hema hema herkesî nerazîbûn nîşandan ji bo girtina televizyonê. Ez bawer jinûve vebûna wê jî ev kes ewqas kêfxweş kir. Me di nivîsa din de jî gotibû, girtina Zarok tv ji girtina hemû televizyonên me girîngtir e. Çimkî ev televizyon şûr û mertala me ye herî sereke ye li hember asîmîlasyonê. Eger hûn liv û tevgerên zarokên kurd yên Zarok tv temaşe dikin binêrin, hûnê bi rastî jî têbigihêjin ku Zarok tv ji bo me çi ye..

Ez bixwe vê televizyonê ji bo zarokên kurd wekî pêşdibistanekî dibînim. Çendî kêmasî hebin jî zimanekî standard kirî tê bikaranîn. Ev jî ji bo zarokên ku perwerdehiya zimanê zikmakî bibînin dibe azînek. Û rih û hişmendiya netewî di zarokan de çêdike…

Wekî tê zanîn, ev erdnîgariya em lê dijîn civak li gorî televizyonê dijî û dirûv digire. Her çiqas tiştekî şaş be jî mixabin rastî ev e. Divê em kurd jî ji bo berjewendiyên netewî van amûr û alavan bikarbînin. Lazime her kurd nemaze kesên xwedîzarok Zarok tv di mala xwe de bikin televizyona sereke. Û rê nedin zarokên me bibin mehkûmê fîlmên karton yên televiyonên dagirkeran. Ne hewce ye em vê meseleyê biavêjin stûyê sazî û dezgehên siyasî. Ev peyvireke netewî û berpirsiyariya me ye li hemberî zarokên me ye. A rast dahatuya me ye. Ji bo ku em bikaribin zarokên xwe bi çand û nasnameya xwe mezin bikin, hewce nake em girêdayî bîrdozîyekî bin an jî endamê partiyekî bin. Ev deynê me yê îro û sibê ye…

Wekî encam, divê ew nerazîbûnên me yên li hember girtina Zarok tv vegerin çalakiyan. Ji bo xurtbûn û pêşketina ziman li televizyona zarokên xwe xwedî derkevin. Temaşe bikin û bidin temaşe kirin…

ÎHSAN BÎRGUL – ARYEN KURDÎ

Check Also

Îhsan Bîrgul Nivîsî: Îxtimala Hilbijartinê û Stratejiya HDP’ê

Îhsan Bîrgul Nivîsî: Îxtimala Hilbijartinê û Stratejiya HDP'ê

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir