Nûçeya bi dîmen- Gerîlayên HPG’ê: Em ê artêşa Tirk poşman bikin!

Gerîlayên tevlî çalakiya li Girê Koordîne bûn gotin, ew ê bi çalakiyên xwe derbên giran li artêşa Tirk bixin û artêşê poşman bikin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê, “Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Serdar, Şehîd Ekîn” a li Zagrosan, ji ANF’ê re nirxandin. Gerîlayan gotin, ev operasyon operasyoneke tolhildanê ye û destnîşan kirin, ew ê artêşa Tirk poşman bikin.

‘DIJMIN WÊ HÊRSA ME BIBÎNE’

Gerîlayê HPG’ê Sîpan Kato ku yek ji beşdarên Operasyona Şoreşgerî ye got, “Dijmin bi operasyona xwe ya li Zapê xwest, gerîla têk bibe. Ji hewa û erdê ve gelek caran derket operasyonê. Bi rêya teknîkê, xwe gihand ser hin girên me. Xwegihandina ser van giran ne hêsan bû. Di şexsê Çîçek û Serhatan de berxwedaneke mezin li Zapê hat nîşandan. Berxwedana van hevalan kesayetiya PKK’ê û ruhê Apoyî nîşan daye.”

Kato çalakiya li dijî Girê Koordîne nirxand, ku 37 leşkerên Tirk lê hatibûn kuştin û got, “Bi hêza ji Rêberê xwe û şehîdên xwe werdigirin, em bi tevlî vê operasyonê dibin. Dijmin wê hêrsa me bibîne. Ev çalakî ji bo me çalakiya tolhildanê ye. Em ê nîşanî dijmin bidin ku serweriya li çiyayên Kurdistanê karekî hêsan nîne.” G

Gerîla Sîpan Kato herî dawî ev bang kir: “Ez ji vê derê bang li gelê Colemergê jî dikim. Em deyndarê Rêber Apo û vê partiyê ne. Bi taybetî di pêvajoyeke bi vî rengî de divê gelê Colemêrgê bi rola xwe rabe. Dijmin îro ketiye nava axa me; lazim e gelê me yê welatparêz vê yekê qebûl neke û serî li ber desthilatdarî zilmê rake.”

‘EM Ê HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE ŞER BIKIN’

Şervanê HPG’ê Egîd Têkoşer jî diyar kir, artêşa Tirk ji operasyona Zapê ya 2008’an ti ders dernexistiye û bi vî rengî qala armanc û coşa xwe ya tevlîbûna li nava operasyonê kir: “Em li ser şopa hevrêyên xwe yê şehîd in. Em şopdarên berxwedana wan a li Zapê ne. Em ê bi vê çalakiya xwe, tola wan hilînin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şer bikin. Me heta niha bi çalakiyên biçûk ew ji qewetê xist. Niha jî bi çalakiyên berfireh em ê derbên giran lê bixin û biqedînin. Em amadekariyên xwe li ser vê bingehê dikin.”

‘EM DIXWAZIN TOLA HEVRÊYÊN XWE HILÎNIN’

Ji gerîlayên YJA Starê Ronahî Mêrdîn, kut tevlî çalakiya li Girê Koordîne bû got, serketin nêz e.

Mêrdîn li ser armanca tevlîbûna xwe ya li vê operasyonê got, “Berê jî tevlî gelek çalakiyan bû bûm. Her carê hesteke cuda li min derdibe; ji ber ku her şehîdek rê li ber hêrseke cuda vedike. Armanca min serxistina çalakiyê ye. Di vê mijarê de ez ji hevalên xwe û xwe bawer dikim. Divê em vê çalakiyê bi ser bixînin, ji ber ku li wê derê hevalên me xwîn rijandine.” Gerîla Mêrdîn herî dawî got, “Bi taybetî, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê me, em ê van operasyonên xwe bidomînin û tolê hilînin.”

ARYEN KURDÎ

 

Check Also

Çîroka Husna Canê

Hin kilamên Kurdî hene ku paşxana wan tijî êş û keser e. Yek ji wan kilaman jî Husna Canê ye ku li nav Kurdên Mereşê tê gotin û niha li her derê Kurdistanê tê nasîn.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir