Nizar Buldan Nivîsî: Ala Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê

Pirsgirêka sereke ya dinavbera Kurdan de partiyên Kurdanin. Partiyên Kurdan xwe, siyaseta xwe, hêza xwe, îdeolojiya xwe û nirxên xwe yên partiyê di pesêrin hevdû. Her aliyek jî nirxên xwe weke nirxên tevayî Kurdistanê li ser hemû aliyan ferz dike.

Ji ber wê pirsgirêka herî mezin ya li pêşiya Yekitiya Netewî ya Kurd partiyên Kurdistanîne.

Bêgûman bi hezaran nirxên partiyên Kurdan yên bûyî malê Kurdistanê hene. Lê hinek nirxên wan afirandi jî tenê yên parçeyek yan jî yek du parçeyên Kurdistanêne. Nabe vana weke malê hemû Kurdistanê bi zorê bi hev bidin pejirandin.

Niha sinorê dinavbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê di destê Kurdan daye. Ew sinorê kû her roj serkirdeyên Kurd derdikevin û dibêjin; ‘sinorên dinavbera parçeyên Kurdistanê de sinorên destçêkirîne, em wan sinoran nasnakîn’, lê Kurd sinorê dagirkeran daniyî navbera Kurdan, ji dewletên dagirker zêdetir di parêzin. Weke kartek ya zextê li hember hev bikartînin.

Çawa ‘zimanzanên’ Kurmancî Celadet Bedirxan weke mertalê veşartina ‘zimannezanîn û kêmasiyên xwe’ bi kartînin, hinek alî û partiyên siyasî yên Kurd kû di kiryarê de nikarin tiştekî bikin, tekoşînekê li hember dijmin û dagirkerên Kurdistanê nadin, alîgir û derdora wan lewaze, projeyek ya wan ya çareseriya pirsgireka Kurdan li çi parçeyek ya Kurdistanê nîne, alaya Herêma Kurdistanê, yanî ala Başûrê Kurdistanê bi wî awayî, ji bo veşartina tevayî kêrnehatin, kêmasî û lewaziyên xwe weke mertal bikartînin. Serê van bêkêran jî ENKS dikişîne.

Vê lîstikê ev çend sale partiyên dibin sîwana diryayî ya ENKS’ê de kombûyî di leyîzin. Weke siyasî nekarîn tiştekî li Rojavayê Kurdistanê bi dest bixin. Tekoşîn li hember dijminên weke; DAIŞ, Nûsra, komên din yên terorîst, Rejîma Sûriyê û Tirkiyê nekirin. Heta ji bo Tirkiye êrişî YPG û PYD’ê bike gelek xebat jî kirin.

Her wiha li şûna li dijî dijminên Kurdan tekoşînê bikin, li Amerîka, Ewrûpa û Rûsyayê li dijî PYD û YPG’ê gelek xebatên lobiyê meşandin. Havîna derbazbûy berpirsê têkilyên derve yê ENKS’ê Siyamend Haco li xwe mikur hat kû wan lobiya dijberî YPG û PYD’ê kiriye.

Dema ENKS’ê dît tevayî hewildanên wan yên navnetewî yên li dijî YPG û PYD’ê vala derketin vê carê serî li rêya malwêraniyê didin. Yani serî li hildana fitneya şerê birakujiyê didin. Ji ber armancên xwe yên biçûk û pêşbîniya lewaz ez bawer dikim ew nizanin, ew agirê fitneyek çend mezin û talanker pê dixin. Pêwîste aqilek ji wan re bêje; ‘bese! Dawî li vê leyîstoka PYD-YPG’ê ala Herêma Kurdistanê şewitand’ bîne.
Di demeke kû Kurd behsa Federasyona Rojavayê Kurdistanê, Serbixweyiya Başûrê Kurdistanê û Kongreya Netewî ya Kurdistanê dikin de, ev leyîstoka ENKS’ê gelek metirsîdare. Di serî de dikare tevayî van destkeftiyên Kurdan yên di destên Kurdan de û destkeftên mezin yên kû di demek nêzîk de bikevin destê Kurdan bixe metirsiyê heta ji holê rake.

Ji bo ev mertala metirsîdar ji destê ENKS’ê bê girtin pêşniyarek min ji rêveberiya Rojavayê Kurdistanê re heye:

Ez wisa rast dibînim kû, Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ya her 3 Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê, Alaya Herêma Kurdistanê, yanî Alaya Başûrê Kurdistanê weke ‘nirxê netewî, sembolek netewî ya Kurd û Kurdistanî bi pejirîne’.

Na bêjim bila bike alaya Kanton yan Federasyona Rojava, weke nirxê netewî nas bike û bi parêze. Dema bivî awayî kir, li gorî min êdî dê tiştekê ENKS provokasyona pê bike nemîne. Dê tazî li kolanê bimîne. Ji ber kû di destê wan de tenê ew heye. Ya baş ewe, ew kart jî ji destê wan bê girtin, bê mertal li meydanê bên hiştin.

Wê demê dê herkes pir baş bibîne ka çine û çi nînin.

NIZAR BULDAN – ARYEN KURDÎ

Check Also

Çare Yekitiya Netewî

Nizar Buldan nivisî: Çare Yekitiya Netewî

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir