Li Nisêbînê teqîn: 3 kes birîndar bûn

Hat ragihandin ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji ber teqemeniyek çêkirî teqiya, 3 kes birîndar bûn.

Li gor nûçeya Cûmhûriyetê, teqîn li Kolana Kordon a Taxa Firatê ku bi têlên ewlehiyê dorpêçkirî ye, li malekê pêk hatiye û Abdûrrahman Enuk (53), Mesût Ayaz (29) û Mûhsîn Ayaz (43) birîndar bûne.

Hat ragihandin ku birîndar birine Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê.

ARYEN KURDÎ

Check Also

Çîroka Husna Canê

Hin kilamên Kurdî hene ku paşxana wan tijî êş û keser e. Yek ji wan kilaman jî Husna Canê ye ku li nav Kurdên Mereşê tê gotin û niha li her derê Kurdistanê tê nasîn.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir