Konfransa Asayişa Jinê bi biryardariya şerê gel ê şoreşgerî bi dawî bû

1’mîn konferansa Asayişa Jinê ya rojavayê Kurdistanê bi dirûşmeya “Şoreşa nekaribe jinê azad bike, ne raste”şevê din bi dawî bû. Di konferansê de nîqaş û biryarên girîng pêşketin.

1’mîn Konferansa Asayîşa Jin ya Rojava bi dirûşmeya “Şoreşa nekaribe jinê azad bike, ne rast e” bi tevlîbûna 500 delege û hejmareke gelek mêvan li Navenda Çand û Huner ya Aram Tîgran hat li dar xistin. Di konferansê de piştî axaftin hatin kirin rapora xebatê Asayîşa Jinê ya salek hat xwendin û nîqaşên girîng hatin kirin. Paşê rêziknameya konferansê hate xwendin û rûnişta konferansê bi girtina biryaran bi dawî bû.

Biryarên konferansa Asayîşa Jinê ya Rojava wiha ye:

“*Pêşxistina xebatên Asayişa Jinê
*Li bajar û navçeyan vekirina navendên Asayişa Jinê
*Vekirina Akademiyên perwerdeyê li her sê kantonan
*Pêşxistina saziyên ewlehiyê
*Xurtkirina têkîliya di navbera rêxistinên civaka sivîl
*Zêdekirina endamên Asayişa Jinê”

Piştî biryarên Konferansê dirûşmeya konferansê jî li ser pêşniyarê hate guhertin û dirûşmeya konferansê bû “Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî parastinê xurtir bikin.”

Axaftina girtinê jî ji aliyê Rêvebera Asayişa Gel Ayten Ferhad ve hate kirin. Aytenê keda Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo jinê bi bîr xist û bal kişand li ser girîngiya têkoşîna jin ji bo parastinê û wiha got: “Em li Rojava cara yekemîn e bi şoreşa Rojava, bi ruhê Bêrîtanê konferansa xwe pêş dixin. Em ê li ser vê bingehê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Konferans bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û gerandina govendê bi dawî bû.

Çavkanî: JINHA

Check Also

Çîroka Husna Canê

Hin kilamên Kurdî hene ku paşxana wan tijî êş û keser e. Yek ji wan kilaman jî Husna Canê ye ku li nav Kurdên Mereşê tê gotin û niha li her derê Kurdistanê tê nasîn.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir