Îhsan Bîrgul Nivîsî: Îxtimala Hilbijartinê û Stratejiya HDP’ê

Her çendî kêmasiyên wê hebin û aliyên wê ye bên rexnekirin hebin jî, HDP nûnerê siyaseta Kurdên bakûr ya herî sereke ye. Him ji aliyê muhatabgirtina dewletê ve him jî ji aliyê pratîkê ve. Yanî aliyê gotin û kirinê ve. Ji ber vê her tim çav li ser HDP’ê ne.

Rewşa HDP’ê heyî em hemû dizanin. Ji bo vê ez naxwazim mijarê vebikim.Tişta ez dixwazim li ser bisekinim, îhtîmala hilbijartinekî û sekn û stratejiya HDP’ê ye. Çima îhtîmala hilbijartinê?. Çimkî wer xuya dike serokomarê dewleta Tirk heta pergala serokatiyê nexe meriyetê û nebe serok nasekine…
Pişti lihevkirina bi partiya nijadperest MHP’ê re îhtîmaleke mezine ji bo mîsogerkirina serokatiyê herin hilbijartinê û bi gel bidin erêkirin…

Wekî tê zanîn astengiya herî mezin ya pêşiya vî xeyalî de HDP bû. Û îro cezayê wê dikişîne. Piştî lawaz û pasîfkirina HDP’ê anîna pergalê û mîsogerkirina wê ya bi zagonan hêsantir bû. Diyar e yê bi piştgiriya MHP’ê bi ya dilê xwe bikin…

Em werin ser pirsê. Di îhtîmaleke wiha de HDP yê çi bike û xwediyê kîjan seknê be.? Em pirsên xwe lê zêde bikin.
a) HDP yê wekî partiyeke kurd bikeve hilbijartinê an partiya Tirkiyayê?
b) Slogana sereke yê azadiya kurdan be an demokratîkkirina Tirkiyayê be?
c)Yê ji bo pirsgireka Kurd serê xwe biêşîne an ji bo hemû gelan bibe destiyê dasê. ( helwesta rewşenbîrên tirk û gelên din ya li hember HDP’ê ye di hilbijartinê 7’ê pûşperê û 1’ê sermawezê bînin bîra xwe..)
d) Partiyeke bêserok, îzolekirî û belawela dê hilbijartinekê çawa pêşwazî bike û dikare çiqas biserkeve?
e)HDP yê li rewşa heyî û jinûve dîzaynkirina Rojhilata navîn xwe nû bike an bi hişmendiya “çepgirî” çavên xwe li rastiyan bigire û bibe “polyanaya siyasetê”?

Helbet nîyeta min ne reşkirina HDP yê ne jî empozekirina bêhêvîtiyê ye. Lê divê em rastiyan bibînin û li gor wê tevbigerin.

Divê HDP êdî qebûl bike ku “biratiya gelan ” xewneke xweş bû lê negihişt sibê û neçû serî. Jixwe ji bilî kurdan hemû neteweyên din bûne tirk û tirkbûn qebûl kirine. Tenê em kurd çîroka biratiyê dibêjin û yên destvala dibînin dîsa em in.  Divê HDP vê çîrokê ji nav dev û rêziknameya xwe derbixe. Û bi siyaseteke zelal û yekrû rêya xwe bidomîne.

Gotina dawîn; yan HDP yê bi slogan u siyaseta xwe ya berê bikeve hilbijartinê bibe topa stresê, yan jî wekî partiyeke kurd bikeve hilbijartinê û kefenê jêre hatiye fesilandin biçirîne…

ÎHSAN BÎRGUL – ARYEN KURDÎ

Check Also

Îhsan Bîrgul Nivîsî: DURÛTIYA CÎHANÊ YA LI HEMBER KURDAN

Îhsan Bîrgul Nivîsî: DURÛTIYA CÎHANÊ YA LI HEMBER KURDAN

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir