Îhsan Bîrgul Nivîsî: DURÛTIYA CÎHANÊ YA LI HEMBER KURDAN

Ji roja ewil ve cîhan li hemberê netewa Kurd durû û berjewendîperest e. Tu carî kuştin û mayîna Kurdan ji bo dinyayê nebûye xem. Tenê ji bo berjewendiyên xwe ye emperyal tevdigeriyan û tevdigerin. Yanî ji Kurdan re nebûn dost, lê neyartiya xwe jî eyan nekirin. Gelê Kurd hema hema pêşengiya hemû bîr û baweriyên Rojhilata navîn kir. Ji bo herkesî û her tiştî serê xwe êşandin. Lê ji kî re gotin bira, wana Kurd kirin para guran û hêj dikin…

Wexta mesele û mijar Kurd bin hemû hevpeymanên navnetewî û gerdûnî tên piştguhkirin û heta tên binpêkirin. Li çar parçeyên Kurdistanê Kurd tên kuştan, Ewropaya “demokrat û humanîter” tenê şermezar dike û “hişyariya” dike. Him destê xwe li pişta Kurdan dixe him jî pişta qesasên Kurdan. Yanî ne xwe ji dêrê dike ne jî mizgeftê…

Ne tenê Ewropa durû bû an jî durû ye. Heman durûtî li Rojhilata navîn jî hebû û îro zêdetir dibe. Em dikarin bi du minakan meseleyê berbiçav bikin. Dewletê misilman yên sunnî ji ber şîatiyê Îranê wekî kafir dibînin. Îran jî wexta siyasetmedarê Kurd darve dike, dibêje ” hûn dijberiya Xwedê dikin” .
Dewleta Suriyê nîvekî gelheya Kurd yên hemwelatiyê dewleta xwe bê nasname hîşt. Heman dewletê ji bo berjewendiyên xwe rêxistina Kurd ya Bakurî bi salan di nava xwe de heband. Ev ne ji demokratbûna wan bû, ev berjewendîperestî û durûtiya li hember Kurdan bû.
Jixwe ya dewleta Tirk nayê gotin. Mirov nizane kîjan navî lê bike…Durûtiya xwe kiriye siyaseta xwe ya sereke heta beşeke Kurdan jî kiriye şirîkê vê durûtiyê. Minak; ji bo Heleb, Filîstîn û Arakanê digirîn lê bajarên Kurdan yên kavilkirî nabînin an naxwazin bibînin. Sosreta herî mezin jî bertekên ji bo Arakanê ne. Ew kesên komkujiyên Arakanê protesto dikin sedî %90’î wan nizanin ev welat di kîjan erdnîgariyê de ye. Ji bo wan “birayên” xwe digirîn lê êşa cîranê xwe yên li cem xwe nabînin û nabihîzin…
Ev tenê çend minak in. Me bi kurtasî raxist ber çavan. Kurd li hemberî vê rewşê xwediyê kîjan dîplomasiyê ne? Ev jî bi serê xwe mijara nivîseke dine.
Durûtiya herî dawî xelatdayîna keça Kurd ya Êzidî ye…

ÎHSAN BÎRGUL – ARYEN HABER

Check Also

Îhsan Bîrgul Nivîsî: Îxtimala Hilbijartinê û Stratejiya HDP’ê

Îhsan Bîrgul Nivîsî: Îxtimala Hilbijartinê û Stratejiya HDP'ê

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir