Hewar Gabar Nivîsî: Dijminatî, bêminetî ye!

Dijminatî Bêminetiye
Muxtedîrên Turk binyata dewleta xwe li ser xwilamtiya me Kurdan avakirine. Azadya me tê wateya tunebûna wan. Ji berya sed sala jî ev wusa bî û niha jî wusa ye. Biqasî misqala zir di zêhnîyeta wan de guhertin çênebîye û çênabe jî.
Hov û kerdizên Asya Navîn hatin û bi sed fik û xapan welatê me yê Bejin zirav dagir kirin. Qîma wan tenê bidagirkirinê jî nehat, em fatis kirin û ji bû me tune bikin ya ji destê wan hatîn kirin.
Kengê ketin tengiyê xwe avêtin ber deriyê me û kengê li wan bî firehî dest biqirkirina me kirin. Ji roja ev hov ji Asya Navîn hatîn derxistin û berê xwe dayîn Anatolya yê û heya roja me di van kirinên wan de tiştek nehatiye guhertin.
Di Şerê parvekirina yêkemîn de Atatûrk destê mezin û piçûkên me maç kir û ev welatê niha ji bû me bûyî zulûmgah bidestê me avakir. Piştî sînorên xwe misoger kirin û cihê piyê xwe dîtin êrîşê me kirin. Pazdeh sala bênavber em qirkirin. Heta li Çiyayê Agirî em êxistin tirbê de û liser tirba me jî beton rûkirin.
Ji bû tunekirina me çi ji destê wan hat qet texsîr nekirin. Dawî sed sale di binyata hemî tifaq û peymanên wan de tunekirina me heye. Ji bû tunekirina me zêhnîyeta “her turk leşker ji dayik dibe- turkek berdêlê cîhanê ye” pêşxistin.
Ji bû tunekirina me Sovyeta Sosyalîst re tifaq çêkirin. Ew nebî, bîn endamê NATO. Heke baş were lêkolînkirin di serîlêdana endamtiya Yêkîtiya Awropa de jî tunekirina Kurdan heye.
Ji bû me tune bikin xwe avêtin ber derîyê herkesî. Di cîhanê de kes nema destê wî maç ne kirin. Dewleta turka ji herkesî pêşkêş kirin.
Bi hêz, çek û diravên ji wan girtîn zarokên me kuştin, warê me şewitandin heyîna me talan kirin.
Ji bû me ji holê rakin hemî hêvîyên xwe bi çeteyên Fethullah Gûlen ve girêdabîn. Dewlet teslîmê wan kirin, ji wan re artêşên nû avakirin, paye û dirav di ser wan de rijandin. Kengê li hember Tevgera Azadî ev çete bibin ketin wê hingê li hevketin.
Kê çi dibêje bila bêje, sedemê yêkemîn û dawî yê li hevketina dewleta dagirker û çeteyên Fethullah Gûlen binketina li hember Kurdan bî.
Mesela Ergenekon û Balyozê jî ev bixwe bî.
Dawîya dawî hêvîya xwe bi çeteyên El Nusra û DAIŞ’ê ve girêdan. Li Rojava yê Kurdistanê hê El Nusra yêk fîşek bernedayî Rejîma Sûrî êrîşê Kurdan kirin. DAIŞ jî wekeza. Wekî seyên har ev çete li her derî kiş kirin me û di van şeran de bi hezaran zarokên me yên herî delal şehîd ketin.
Ji bû DAIŞ hêvîya me ya azadiyê bişikîne hukumeta Dewleta Turk AKP hemî dunya girt himber xwe. Çavên wê ji xeynî tunekirina me tiştek nedidît. Balefira Orûs xistin, xwe ji Amerîka û Awropa re circirandin. Sûrî wekû dijminê herî mezin ayan kirin. Gef li Êraqê xwarin û wekî din kê got “rêya DAIŞ’ê xwehre” xwe li wan dan.
Kengê dîtin DAIŞ li hember Kurdan bibin dikeve û dibin derbê şervanên Kurdan de serkeratê dike vê carê dest ji DAIŞ’ê berdan û xwe dan aliyê din.
Niha jî bêşerm û haya tifa xwe bi hezaran car talîsîn. Ji bû derbeyek din li me bidin Stûyê xwe li ber Orûs xwehr dikin û li ser çelepka li ber derîyê Esed (Bişar Esad) direyên.
Û celadê me yê nû Ocaxên Osmanîya ne.
Niha li vêdê pirsa em Kurdên Bakur jixwe bikin eve; gelo ji bû em vê dewleta dagirker, hov, barbar, fahîşe wekû dijmin bibînin û li hember wê bidijminatî şer bikin lazime çi din bîne serê me?
Ji bû em zarokên xwe ne rêkin leşkertiya wan, bêş û cirma wan nedin pêwîste çend car din û çend sed sal din mala me xira bikin?
Ji bû em hêvîya xwe ji wan qut bikin, ne gazind û lavan li hember wan şer bikin pêwîste çend çavreş û kezîzerên din bişewitînin?
Dewleta turk di serdema xwe ya herî lewaz de ye. Yêk findoqa bihêz lê bikeve ya bi erdê ve bibe yêk.
Em Kurd di serdema xwe ya herî bihêz de ne û wekî stêrek geş bilind dibin.
Lê, divê em Kurd wekû giştî fêhm bikin kû dijminatî bêminetiye. Ya ji dijmin tê tu carî texsîr nekirî ye û niha keys ketîye destê me de divê em jî texsîr nekin.
Divê em dev ji gazind, bêduayiyan, nifîn û lavan berdin û bidijmnê xwe re bidijminatî şer bikin.
Ne li berxwe bidin, êrîş bikin û dagirker ji welatê xwe bavêjin.

HEWAR GABAR – ARYEN KURDÎ

Check Also

Hewar Gabar Nivîsî: Ez Naxwazim bi Dewleta Tirk re Jiyan Bikim

Hewar Gabar Nivîsî: Ez Naxwazim bi Dewleta Tirk re Jiyan Bikim

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir