Hevşaredarê Qereyaziyê Karabakan hat binçavkirin

Di çarçoveya operasyonên qirkirinê de Hevşaredarê Qereyaziyê Mehmet Saît Karabakan hat binçavkirin, li avahiya şaredariyê lêgerîn didomin.

Hevşaredarê Qereyaziyê ya Erziromê Mehmet Saît Karabakan danê nîvro li navenda bajêr ji hêla polîsan hat binçavkirin. Hat ragihandin ku Karabakan birine Şaxa Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Têkoşîna Bi Terorê (TEM).

Her wiha avahiya şaredariya Qereyaziyê jî bi wesayîtên zirxî hatiye dorpêçkirin. Polîsên ku ketin hundirê avahiyê dest bi lêgerînê kirin.

ARYEN KURDÎ

 

Check Also

Çîroka Husna Canê

Hin kilamên Kurdî hene ku paşxana wan tijî êş û keser e. Yek ji wan kilaman jî Husna Canê ye ku li nav Kurdên Mereşê tê gotin û niha li her derê Kurdistanê tê nasîn.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir