Di Çalakiyên Amed’ê de Ayla Akat hate bikçavkirin!

Piştî ku duh Hevşaredarên Amed’ê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin îro li Amed’ê gel daket qadan. Di çalakiya gel de parlementera berê ya BDP’ê Ayla Akat hate bikçavkirin.

Girseya gel li ber şaredariyê û li ser riya Ali Emiri û riya Meydana Şêx Seîd kom bû. Pir caran polîsan bi ava şid û tûj û bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kir. Lê girseya gel belav nebû.

Polîsên Tirk li kolana Ali Emiri û Qada Şêx Seîd pir kes binçavkirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de Ayla Akat jî heye.

Li devê şaredariya Amedê çalakiya gel berdewam dike.

ARYEN KURDÎ

Check Also

Çîroka Husna Canê

Hin kilamên Kurdî hene ku paşxana wan tijî êş û keser e. Yek ji wan kilaman jî Husna Canê ye ku li nav Kurdên Mereşê tê gotin û niha li her derê Kurdistanê tê nasîn.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir