Derwîş: Artêşa Tirk li Minbicê topên fosforê bi kar tîne

Artêşa Tirk, ku bi balafirên şer êrîşên giran dibe ser gundên Qurt Wêran Girheyok û Qawiqlî yên li rojavayê Minbicê, topên fosforê bi kar tîne.

Artêşa Tirk, ku bi balafirên şer êrîşên giran dibe ser gundên Qurt Wêran, Girheyok û Qawiqlî yên li rojavayê Minbicê, topên fosforê bi kar tîne.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyeyê gundên Qurt Wêran, Girheyok û Qawiqlî yên rojavayê Minbicê bi topên fosforê topbaran kirine.

Derwîş bibîr xist, li van her sê gundan hejmarek mezin a sivîlan dimînin û got, eger topbaran bidome metirsiya komkujiyek wehşî heye. Der barê rewşa li van gundan, agahiyeke zelal bi dest neket.

ARYEN KURDÎ

Check Also

Çîroka Husna Canê

Hin kilamên Kurdî hene ku paşxana wan tijî êş û keser e. Yek ji wan kilaman jî Husna Canê ye ku li nav Kurdên Mereşê tê gotin û niha li her derê Kurdistanê tê nasîn.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir